Kûweyt: 3,5 milyar dolar ji bo Sûriyê hatin komkirin

01-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Di konferansa arîkariyê ya ku duh li Kuwêtê pêk hat de, 70 welatên beşdar soza bi giştî 3,5 milyar Euro ji bo Sûriyê dan.

Ji welatên Yekîtiya Ewropayê bi giştî soza 1,1 milyar Euro hat dayîn. Her yekî ji Kuwêyt û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî soza 500 milyon Euro dan. Almanya jî soza 255 milyon Euro û Erebistana Siûdî jî soza 150 milyon Euro dane.

Li gor Rêxistina Arîkariya Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), pêwîstiya penaberên Sûriyê îsal bi 7,7 milyar Euro heye, da ku pêwîstiyên wan yên bingehîn bên misoger kirin.

Sekrêterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon dilgiraniya xwe ji ber wê yekê diyar kir ku civaka navnetewî heta niha jî nekariye vî şerê navxweyî yê li Sûriyê yê çar salan didome bi dawî bîne.

Ban Ki Moon, yê ku xelkê sûrî weke qurbaniyên mezintirîn karesata mirovî ya vê serdemê bi nav kir, diyar kir ku divê ew bepirsên vê “cirma mezin“ li Sûriyê werin cezakirin.

Duh li Kuwêtê nûnerên 70 welatan gihiştin hev, da ku li ser şêwazên arîkarîkirina penaberên li Sûriyê û welatên cîran guftûgo bikin. Ev cara sêyemîn e ku konferanseke arîkariyê ji bo Sûriyê tê lidarxistin. Par dîsa li Kuwêtê soza 2,5 milyar Dolar hatibû dan.

Li gor amarên NY, derdora 12 milyon sûrî ji cihên xwe derbider bûne, çar milyon ji wan derketine derveyî Sûriyê.

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst