Şam - Li bazarê êdî otomobîlên nû hene lê xelk newêre bikire

01-02-2025
Dilxwaz Mihemed
Welatiyekî şamê /Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Welatiyekî şamê /Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sûriye Şam Otomobîl
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li bazara otomobîlan a Şamê piştî 11 salan ji şerê navxweyî êdî otombîlên nû û corên nû tên dîtin.

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, li Sûriyeyê hikûmeta nû dest bi hawirdekirina otomobîlên nû kiriye.

Ji ber dorpêçên li ser Sûriyeyê û şerê navxweyî ji sala 2011an ve hawirdekirina otomobîlan a ji bo Sûriyeyê hatibû rawestandin.

Ji ber vê yekê li Sûriyeyê tenê ew otomobîlên kevin ên di bin 2010an de dihatin dîtin.

Cemîl Hesenê 52 salî rojane diçe bazarê dixwazê otomobîla xwe ya ku modela wê 2002 ye bi otomobîleke nûtir biguherê.

"Niha em newêrin otomobîlan bikirin"

Kiryar Cemîl Hesen got, "Em niha newêrin bikirin ji ber em nizanin hikûmet dê wan tomar bike yan na.

Hikûmetê gotiye em dê wan tomar bikin lê hîn nekirine. Otomobîla min a sala 2002yan e, min bi 180 milyonî kirîbu yanî zêdetir ji 13 hezar dolaran.

Niha bi 2 hezaran tê firotin min got ez dê 2 hezarên din têximê ser de û yeke baştir bikirim lê bi destê min nakevê."

Piştî rûxîna rêjîma Esed rêya di navbere parêzgeha Îdlib û parêzgehên din ên Sûriyeyê hat vekirin.

Piştî ku rê vebûn ew otomobîlên Ewropî yên ku bi rêya Tirkiyeyê derbasî wê parêzgehê dibûn niha ketina nav hemî bazarên Sûriyeyê.

Ev yeke bihayê otomobîlan bi rêjeya ji sedî 60 kêm kiriye û xwesteka li ser kirînê jî zêde kiriye.

Bazirgan Ehmed Qedûr wiha anî ziman, "Tenê di bazara me de otomobîlek an du dihatin frotin, ew jî kesên bazirgan bûn.

Em li otomobîlên di bin salên 2000î de siwar dibûn lê niha otomobîlên nû yên salên 2014, 2020, 2022 hene û daxwaz li serê hene."

"Otomobîla bi 50 hezar dolarî niha bi 10 hezarî ye"

Bazirgan Mahir Qasim got, "Fiyet baş in. Otomobîla ki bihayê wê bi 50 hezar dolarî bû niha bi 10 hezal dolarî ye. Ev tiştekî gelekî baş e."

Ji ber rewşa Sûriyeyê gelek otomobîl bi taybetî yên parêzgehên Îdlib, Hisîça (Hesekê), Dêrezor û Reqayê li dev hikûmeta berê ya Sûriyeyê ne dihatin tomarkirin.

Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê Behadîn Şerm diyar kir ku êdî welatî dikarin wan otomobîlan bi rengekî fermî tomar bikin

"Her kesê ku xwedî otomobîl be û bi navê wî be em dê tomar bikin"

Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyeyê Behadîn Şerm wiha axivî:

"Her kesê ku xwedî otomobîl be û bi navê wî be, tekez em dê otomobîla wî tomar bikin.

Em dê tenê pereyên tabloya nû (plaka) û ruxsetê wergirin."

Biryara dawî ya Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê derbarê hawirdekirina otomobîlan ew e ku nabe temenê otomobîlan ji 15 salan zêdetir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst