Leşkerekî Amerîkayê li Îraqê canê xwe ji dest da

31-12-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Leşker Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku leşkerekî Amerîkî li Îraqê canê xwe ji dest daye û sedema mirinê tê lêkolînkirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê leşkerê ku canê xwe ji dest daye wekî Eric Richard Hart (34) yê ji Indianayê da naskirin.

Eric Richard Hart endamê yekîneya sereke û baregeha girêdayî Lîwaya Peyadeyê ya 38an a Indianayê bû.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hart di bûyereke ne têkildarî şer de canê xwe ji dest daye û lêkolîn li ser sedema mirina wî berdewam dike.

Piştî ku şerê li dijî DAIŞê bi dawî bû, Amerîkayê ragihand ku 2 hezar û 500 leşkerên wan li Îraqê hene û ev leşker di şer û perwerdehiyê li dijî DAIŞê de alîkariya hêzên ewlehiyê yên Îraqê dikin.

Piştî êrişa Hemasê ya li Îsraîlê, hêzên Amerîkayê yên li Îraqê çend caran ji aliyê milîsên Îraqê yên girêdayî Îranê ve rastî êrişên roket û dronan hatin.

Meha Tebaxê Amerîkayê bi hikûmeta Îraqê re biryar da ku operasyonên hevbeş ên leşkerî yên li dijî DAIŞê heta sala 2025an bidomînin.

Sala 2011an hemû hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji Îraqê vekişiyabûn lê sala 2014an bi hezaran leşker ji bo alîkariya hikûmeta Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de careke din hatibûn şandin.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Parastina Amerîkayê, ji sala 2003yan heta niha 4 hezar û 419 leşkerên Amerîkayê li Îraqê canê xwe ji dest daye.

Ji van leşkeran 3 hezar û 482 di pevçûnan de hatine kuştin û 937 jî ji ber sedemên derveyî pevçûnan canê xwe ji dest daye.

Her wiha, 31 hezar û 993 leşkerên Amerîkayê li Îraqê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst