Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê, ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn hişyariya ewlehiyê da welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û xwest ku li hemberî rîskên ewlehiyê amade bin.
Di daxuyaniya ewlehiyê ya 24ê Tîrmeha 2026an de hat diyarkirin ku jîngeha ewlehiyê ya li herêmê “ne zelal e.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber aloziya gelek a li Rojhilata Navîn jîngeha ewlehiyê aloz dimîne û îhtimalên gurbûna neçaverêkirî hene."
"Ji bo betalkirina geştan amade bin"
Di daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkayê yên li herêmê hat xwestin ku bi baldarî tevbigerin.
Her wiha hat pêşniyarkirin ku ji bo betalkirina geştên asmanî, girtina demkî ya qada asmanî û astengiyên di planên geştê de amade bin.
Hat ragihandin ku hinek şirketên rêyên asmanî geştên xwe bi paş xistine yan jî betal kirine.
Ji bo ku rêwî agahiyên nû bistînin, agahiyên pêwendiyê yên balafirgehên Hewlêr, Silêmanî, Bexda û Besrayê hatin parvekirin.
“Planên geştê ji nû ve binirxînin”
Nûnertiyên Amerîkayê ji welatiyên xwe yên li derveyî Rojhilata Navîn xwest ku planên xwe yên ji bo geştên ber bi herêmê ve yan jî derbasbûna bi rêya herêmê ji nû ve binirxînin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku dibe nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê û berjewendiyên Amerîkayê werin hedefgirtin û hat gotin:
"Saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê, di nav de yên li derveyî Rojhilata Navîn jî, hatine hedefgirtin. Îran û komên ku piştgiriya wê dikin, dikarin li seranserê cîhanê karsazî û saziyên din ên Amerîkayê yan jî cihên ku pêwendiya wan bi Amerîkayiyan re heye bikin hedef."
Asta amadehiyê bilind bigirin
Ji bo welatiyên Amerîkayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ev pêşniyar hatin kirin:
"Asta amadehiya xwe bilind bigirin, medyaya cihî bişopînin û fermanên meqamên cihî bi cih bînin.
Betalkirina geştên asmanî û girtina qada asmanî dikare di demeke pir kurt de pêk were.
Di dema her cure êrişê de bikevin stargehan û xwe ji perçeyên ku dikevin biparêzin."
Her wiha hat diyarkirin ku mîsyona dîplomatîk a Amerîkayê ya li Îraqê karên xwe didomîne lê vebijêrka "derketina mecbûrî" ya ji bo karmendan li rojevê ye.
Welatî dikarin bi rêya e-postayê bi Balyozxaneya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê re pêwendiyê deynin.
Nûnertiyên Amerîkayê herî dawî bangî welatiyên xwe kir ku ji xwenîşandan, cihên qerebalix û herêmên ku tedbîrên ewlehiyê li wan zêde ne dûr bikevin.
Her wiha hat xwestin ku li wan derên ku pêwendiya wan bi Amerîkayê re heye gelekî baldar bin.


