Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandinê yê Tirkiyeyê Burhanettîn Duran ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê sibe Tirkiyeyê ziyaret bike.
Elî Zeydî dê li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan biçe Tirkiyeyê.
Têkiliyên dualî û ewlehî li ser maseyê ne
Di çarçoveya ziyaretê de dê hevdîtinên girîng werin kirin.
Di hevdîtinan de dê têkiliyên navbera her du welatan bi hemû aliyên xwe ve werin nirxandin.
Tê çaverêkirin ku ewlehî, bazirganî, enerjî, veguhastin û birêvebiriya avê mijarên sereke yên hevdîtinan bin.
Her wiha dê di hevdîtinan de li ser rûdanên herêmî û cîhanî jî dan û standina nêrînan were kirin.


