NÎNOWA - Li dawetê şewat: Herî kêm 100 mirî, 500 birîndar!

27-09-2023
Nîşan Nînowa Dawet Şewat Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, zêdetirî 500 kesî birîndar bûn.

Li Hemedaniyeya ku piraniya şêniyên wê Xiristiyan in, îşev li holeke dawetê di dema dewatê de şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest daye.

Duberdanî ragihand ku li hola dawetê 800 kes hebûn û herî kêm 500 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber agirbaziyê (fîşekên hewayî) derketiye. Berê agir girtiye eqda holê û piştre jî li holê îzdîhameke mezin çêbûye.

Gelek ambûlans çûne cihê bûyerê û tevên nexweşxaneyên li Mûsilê ji bo dermankirina birîndaran amadehiyan dikin.

Tîmên Herêma Kurdistanê çûn hewarê

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî destnîşan kir ku tîmên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê, bi fermana Serok Barzanî çûne di hewara birîndaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst