Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku wan li Bexdayê bi ser kargehe çêkirina dronan de girtiye û 3 kes girtine.
Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim di peyameke vîdyoyî de ragihand ku li ser bingeha zanyariyên hûrgilî yên îstîxbaratî, hêzên wan li Bexdayê operasyonek li dar xistiye.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên têkoşîna her çalakiya ku gefê li ewlehiya niştimanî dixwe de hatiye kirin.
Dest danîn ser 25 skeletên dronan
Li gorî gotina Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê, di wê operasyonê de dest bdanîne ser 25 skeletên dronan, kargeheke biçûk a çêkirinê û gelek kel û pelên teknîkî û lojîstîk ên taybet.
Berdevkê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê bal kişand ser wê yekê ku lêpirsîna li gel kesên girtî didome, da ku were zanîn bê ka ev kar bi çi plana ku gefê li ewlehiya welat dixwe re pêwendîdar e.
Erşed Hakim diya kir ku her 3 tohmetbar raderestî aliyên pêwendîdar hatine kirin da ku rêkarên yasayî li hemberî wan werin destpêkirin.


