Amerîkayê êriş kiribû: Heşdî Şebiyê li ser kuştî û birîndaran daxuyanî da

24-01-2024
Nîşan Amerîka Êriş Heşdî Şebî Lîwayên Hizbulahê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heşdî Şebiyê ragihand ku di êrişên Amerîkayê de çekdarekî wan hatiye kuştin û çar jî hatine birîndarkirin.

Amerîkayê îro berê sibehê li Enbar û Babilê baregehên Lîwayên Hizbulahê û Heşdî Şebiyê kirin hedef.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihandibû wan li Îraqê êrişî grûpên nêzîkî Îranê kiriye.

Di êrişekê de baregeheke Lîwayên Hizbulahê ya li herêma Sîkekê ya li qezaya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê bû armanc.

Êrişê duyem a Amerîkayê jî li Curf Sexira Babilê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku grûpên nêzîkî Heşdî Şebiyê belav kirine, di van êrişan de çekdarek hatiye kuştin û çar jî hatine birîndarkirin.

Fermandariya Operasyonan a Heşdî Şebiyê jî da zanîn ku di êrişa Amerîkayê ya li Enbarê de çekdarekî wan ê bi navê Elî Enwer Sebîh Seîdî hatiye kuştin.

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku amerîkayê bi fermana Biden li 3 navendên ku ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Îraqê dihatin bikaranîn xistiye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin êriş wekî “pêwîst” û “bipîvan” bi nav kir û got:

“Ev êriş bersiveke rasterast a çend êrişên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve ye ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî karmendên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatine.”

“Êrişên xwe demildest rawestînin”

Lloyd Austin bangî wan grûpên nêzîkî Îranê kir ku “êrişên xwe demildest rawestînin” û got:

“Em amade ne ku ji bo parastina gelê xwe û hêzên xwe gavên zêdetir jî biavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst