ÎRAQ - 2 hezar leşkerên Sûriyeyê vegeriyan

19-12-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Îraq Xwepêşandan Veger
A+ A-

Enbar (Rûdaw) – Hikûmeta Îraqê zêdetirî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê yên ku li kampeke parêzgeha Enbarê diman, vegerandin welatê wan.

Rayedarekî parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand ku wan zêdetirî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê yên li kampeke navçeya Rutbeyê ya Enbarê diman, birine Deriyê Sînorî yê El Qayimê da ku vegerin.

Doh nêzîkî 35 karmendên gumrikê yên Sûriyeyê vegeriyabûn welatê xwe.

Leşkerên Sûriyeyê 17ê mehê li kampê xwepêşandanek kir û diyar kir ku ew dixwazin vegerin welatê xwe.

Wî rayedarî da zanîn ku nêzîkî 135 leşkerên Sûriyeyê xwestiye ku li kampê bimînin û ew naxwazin vegerin.

Kampa ku li nêzîkî baregeha leşkerî ya Murasanatê ya li rojavayê Rutbeyê ye, bi qasî 70 kîlometreyan dûrî deriyên sînorî yên Tirebil û Tenefê ye.

Qaymeqamê Qayimê Turkî Mihemed Xelef ji Rûdawê re diyar kir ku ew leşker piştî karên fermî dê vegerin welatê xwe.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî 7ê mehê ji Rûdawê re ragihandibû ku nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê derbasî Îraqê bûne.

Îraq û Herêma Kurdistanê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re xwedî zêdetirî 600 kîlometre sînor e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst