Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezirînerên Tevgera Esaîb Ehlil Heqê Leys Xezelî salên dûr û dirêj di baskê leşkerî yê tevgerê de û dûrî çavên raya giştî ma.
Xezelî 15ê Çiriya Pêşîn a 2026an roja pêncşemê baweriya Parlamentoya Îraqê wergirt û di hikûmeta nû ya Îraqê de bû Alîkarê Serokwezîr.
Leys Xezelî birayê Sekreterê Giştî yê Esaîb Ehlil Heqê Qeys Xezelî ye.
Li hemberî Qeys Xezelî ku bi xebatên xwe yên siyasî li pêş bû, Leys Xezelî wekî yek ji kesên ku di operasyonên leşkerî yên tevgerê de cih digirt dihat naskirin.
Berteka kongresmanê Amerîkayê
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson li hemberî wergirtina posta Alîkariya Serokwezîriyê ya ji aliyê Leys Xezelî ve bertek nîşan da.
Wilson li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku navê Xezelî di lîsteya terorê de ye.
Wilson Esaîb Ehlil Heqa bi serkêşiya Qeys Xezelî bi kuştina Amerîkayî û Îraqiyan tohmetbar kir.
Endamê Kongreya Amerîkayê got ku ev tevger ji DAIŞê kêmtir xeternak nîne û divê Îraq xwe ji bin bandora Îranê rizgar bike.
Ji Artêşa Mehdî ber bi Esaîb Ehlil Heqê vê
Leys Xezelî destpêkê xebatên xwe yên siyasî û leşkerî di nav Artêşa Mehdî ya bi serkêşiya Muqteda Sedir de meşandin.
Sala 2005an tevî birayê xwe Qeys Xezelî û Ekrem Kaibî ji Tevgera Sedir veqetiya û Esaîb Ehlil Heq wekî tevgereke serbixwe ava kir.
Dema ku birayê wî di qada siyasî de derket pêş, Leys Xezelî di qadê de bi çalakî û operasyonên leşkerî yên tevgerê ve mijûl bû.
Sala 2007an hat girtin, sala 2009an hat berdan
Leys Xezelî Adara 2007an ji aliyê hêzên Brîtanyayê ve li Besreyê li gel birayê xwe Qeys Xezelî û endamekî Hizbulaha Libnanê hat girtin.
Xezelî nêzîkî du salan di girtîgehê de ma û sala 2009an di çarçoveya peymaneke guhertina dîlan de hat berdan.
Piştî ku sala 2014an DAIŞê gelek herêmên Îraqê kontrol kirin, Xezelî di nav Heşdî Şebiyê de bû yek ji kesên navdar.
Hêzên Esaîb Ehlil Heqê beşdarî gelek operasyonên li dijî DAIŞê bûn lê belê tevger ji ber kiryarên xwe bû armanca rexneyên saziyên navneteweyî yên mafên mirovan.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raporeke xwe ya sala 2015an de hêzên Esaîb Ehlil Heqê bi binpêkirinên li dijî sivîlan û wêrankirina mal û milkên xelkê yên li Tikrît û derdora wê tohmetbar kiribû.
Angaştên li ser Parzûngeha Bêciyê
Yek ji mijarên nîqaşê ku navê Leys Xezelî di wan de derbas dibe çarenivîsa amûrên Parzûngeha Bêciyê ya sala 2015an bû.
Wê demê gotegotên bi vî rengî ketibûn rojevê ku hêzên Esaîb Ehlil Heqê rê li ber çûna berpirsên hikûmetê ya ji bo parzûngehê girtiye û tiştên tesîsê veqetandine û birine.
Cezayên Amerîkayê û lîsteya terorê
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Kanûna Pêşîn a 2019an li ser binpêkirina mafên mirovan û tepisandina xwenîşandanên Çiriya Pêşîn ceza li ser Leys Xezelî sepand.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî Kanûna Paşîn a 2020î Xezelî xist lîsteya "Terorîstên Cîhanî."
Beriya wergirtina posta Alîkarê Serokwezîr, hinek derdorên siyasî yên li Îraqê pêkanîna vê erkdarkirinê wekî gaveke li dijî bandora siyasî ya Washingtonê nirxand.



