Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Îraq ji bo krîzên herêmê her tim daxwaza dîtina çareseriyeke aştiyane û dîplomatîk dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di çarçoveya civînên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) li Bexdayê civiyan.
Hevdîtina Husên û Eraqçî
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di civînê pêwendiyên dualî yên navbera Bexda û Tehranê de, bipêşhatên dawî yên herêmê û rêyên pêkanîna aştiyê hatin gotûbêjkirin.
Fuad Husên helwesta Îraqê ducare kir û destnîşan kir ku divê bi rêya diyalog û rêkarên dîplomatîk ji qeyranan re çareseriyên aştiyane bên dîtin.
Li hemberî vê yekê, Ebas Eraqçî ji ber wergirtina serokatiya Encûmena Wezîrên Karên Derve yên Rêxistinê pîrozbahî li Îraqê kir û piştgiriya welatê xwe ji bo erkên Bexdayê anî zimên.
Her du alî li ser pêwîstiya çalakkirina rola Rêxistina Hevkariya Îslamî ya di rûbirûbûna astengiyên herêmî û navneteweyî de hevnêrîn bûn.
Pêwendiyên Îraq û Filistînê
Li kêleka heman civînê, Fuad Husên bi Wezîra Karên Derve û Koçberan a Dewleta Filistînê Varsen Aghabekian Şahînê re jî civiya.
Di hevdîtinê de, Wezîra Karên Derve ya Filistînê ji ber serkeftina civînan Îraq pîroz kir.
Fuad Husên jî tekezî li ser helwesta Bexdayê ya ji bo piştgirîkiriya pirsgirêka Filistînê û mafên rewa yên gelê Filistînê kir.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê amaje bi wê yekê jî da ku her du aliyan behsa rewşa Filistîniyên ku li Îraqê rûdinin û pirsgirêkên wan ên qanûnî kiriye.
Wan her wiha rêkarên diyarkirina rewşa wan a qanûnî ya di çarçoveya qanûnên pesendkirî de gotûbêj kiriye.



