VÎDEO - Behlûkan jiyan li Resûl kiriye jehr, ne şûştin heye ne jî xwarin

19-02-2025
RÛDAW
Resûl li mala xwe ya li Mîsanê ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Resûl li mala xwe ya li Mîsanê ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Behlûk Nexweşî Bêdermanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Resûl Muhsin xelkê parêzgeha Mîsanê ya Îraqê ye, ev 15 sal in ji ber behlûkan êş û azaran dikişîne û nikare karên xwe yên rojane bike.

Behlûk wekî pelikên daran li ser dest, çok û laşê wî çêdibin û belav dibin.

Van behlûkên ku wekî bizirên karûş belav dibin jiyan li Resûl kiriye tara bêjingê, helbet heke ku ev jiyan be.

“Ma ez jî ne kurê vî welatî me?"

Resûl Muhsinê ku nikare tiştekî xwe bi serê xwe bike wilo behsa rewşa xwe kir:

"Ez nikarim xwe biguherim, xwe bişom, destên xwe bişom û nikarim tiştekî bixwim.

Ji ber êş û azaran hemû rojê ez aciz dibim. Derman gelekî biha ne. Ne mûçe, ne mal ne jî kesekî ku min xwedî bike heye û tenê xêrxwaz hene.

Hikûmetê ti tişt nekir! Ma ez jî ne kurê vî welatî me?"

“Ji bo destavê jî em wî dibin”

Haşim Muhsinê birayê Resûl jî li ser rewşa wî ya zehmet got:

"Ew ne wekî min û te ye ku karibe destê xwe dirêj bike û xwarinê bixwe, dixwaze tam û çêja xwarinê hîs bike.

Ji bo destavê jî em wî dibin û paqij dikin, ew nikare. Te rewş dît."

Li cîhanê heta niha nêzîkî 500 kesî bi vê nexweşiyê ketine û tenê bi emeliyat û dermanan nîşanên wê hinekî kêm dibin.

Divê behlûk û çermê zêde werin jêkirin lê ev yek jî nexweşiyê ji binî ranake û ducare derdikeve.

Malbata bêçare niha hêviyên xwe ji Îraqê qut kirine û dixwaze li derveyî welêt leqayî dermanê xwe bibe.

“Hikûmet bi erkê xwe ranebû”

Ela Mihemedawiyê ku xwebexş e û alîkariyê ji bo Resûl dide hev wiha axivî:

"Me li ser medyaya civakî dest bi pêngavekê kir û me di nava rojekê de me 54 milyon ji xêrxwazan kom kirin ji bo tedawiya Resûl a li derveyî Îraqê.

Bi rastî hikûmet li hemberî vî kesî bi erkê xwe ranebû. Tenê alîkariyeke Serokwezîr bi xwe hebû ku 10 milyon bû."

Resûl Muhsin 28 salî ye, nezewiciye û perwerde terk kiriye.

Birayê wî tim hewl dide xem û êşên wî bi mînaka “sebira Eyûb Pêxember” sivik bike da ku ew karibe berxwedana xwe bidomîne û hêviyên xwe ji binî winda neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst