ÎRAQ – Ji bo Xwedê 2 mirov kirin qurban!

18-06-2024
Nîşan Îraq Qurban Serjêkirin Mirov Xweda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê tevgereke bi navê  “El-Elahiye”yê du endamên xwe kuştin û ew “ji bo Xwedê kirin qurban.”

Midûriyeta Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê ragihand ku serokê wê tevgerê hatiye girtin û got:

“Serokê tevgera El-Elahiyeyê ya li Zîqarê hat girtin. Ew li xwe mikur hat ku du kes kuştine.”

“Ew ji bo Xwedê kirine qurban”

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê de hat gotin, “Ew ji bo Xwedê kirine qurban” û kesê ku hatine kuştin jî endamên heman tevgerê ne.

Tevgera El-Elahiyeyê, tevgereke Şîe ya Îslamîst e.

Sala 2020î li Zîqarê hatiye damezirandin û paşê li Dîwaniye, Besra û Meysanê belav bûye.

Suneyên li Îraqê roja yekşemê û Şîeyên li Îraqê jî roja duşemê cejn pîroz kir.

Misilman ji bo Cejna Qurbanê ajelan ser jê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst