Îraqê li ser operasyonên Tirkiyeyê daxuyaniyeke tund belav kir

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye PKK Herêma Kurdistanê Operasyonên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Îraq û Herêma Kurdistanê red kir û got, “Divê Tirkiye cîrantiya baş li ber çavan bigire.”

Herwiha Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê dê şandeke leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê ku ji hejmarek wezaret û dezgehên ewlehiyê pêk tê, piştî civîna bi serokatiya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya derbarê êriş û operasyonên hêzên Tirkiyeyê de, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijarên herî girîng ên ewlehiyê û geşedanên di rojevê de hatin gotûbêjkirin ku di nav wan de “destwerdan û binpêkirinên hêzên Tirkiyeyê yên li navçeyên sînorî yên hevbeş” hebûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Mijarên herî giring û geşedanên di rojevê de yên derbarê ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin. Di derbarê van de biryar û rênîşandanên pêwîst hatin girtin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wan tekezî li ser redkirina hatina hêzên Tirkiyeyê ya nav axa Îraqê kir.

Divê Tirkiye prensîba cîrantiya baş û têkiliyên dîplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re bişopîne û di her mijarên ewlehiyê de bi wê re hevahengiyê bike."

Ji bo ku hay ji rewşa giştî hebe û helwesteke yekgirtî li ser pirsa serweriya Îraqê derxe, Serokwezîrê Îraqê biryar da ku şandeyekê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî bişîne Herêma Kurdistanê.

Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îraqê daxwaz ji hemû alî û hêzên niştîmanî kiriye, piştevaniya helwesta hikûmetê ya li ser vê pirsê bikin.

Encûmenê helwêsta destûrî ya Îraqê dubare kir ji bo "nehiştina destdirêjiya li ser xaka xwe, yan jî bikaranîna xaka Îraqê wekî deriyekî ji bo êrişkirina welatên cîran."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst