Bafil Talebanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivî

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî ragihand ku ti pêşniyareke ji bo bipaşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ku li paytexta Îraqê Bexdayê ye, beşdarî civîna serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû ku Nêçîrvan Barzanî jî tê de amade bû.

Bafil Talebanî piştî civînê bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz da û got:

“Di civînê de ti pêşniyarek ji bo bipaşxistina hilbijartinên xula şeşan a Parlamentoya Kurdistanê nehatin kirin.”

Li Îraqê, “Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê” ji du damezrînerên Hikûmeta Îraqê ye ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî di nava hevpeymaniyê de cih digirin.

Tê çaverêkirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an werin kirin.

Berdevkê Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Gulayî di daxuyaniya xwe ya 1ê Nîsanê de ji Rûdawê re ragihandibû ku lîsteyên 2 hevpeymanî û 10 partiyan gihiştine wan û 54 namzedên serbixwe jî serlêdan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst