Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke diltezîn a li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê de, ji heman malbatê 7 kesên ku xwest zarokekî ketibû avê rizgar bikin xeniqîn.
Malbat ji bo geştê ji Bexdayê çûbû parêzgeha Selahedînê ya Îraqê û seyrana wan bi trajediyeke mezin bi dawî bû.
Bûyera diltezîn êvarî li Tikrîta navenda parêzgeha Selahedînê li berava Çemê Dîcleyê rû da.
Li gorî agahiyan, malbateke qerebalix ji bo bêhnvedan û seyranê ji Bexdayê çûbû Tikrîtê.
Dema ku ew li ber çêm rûniştibûn, zarokekî biçûk ê malbatê hevsengiya xwe ji dest da û ket avê.
Hewla rizgarkirinê veguherî karesatê
Endamên malbatê dît ku zarok bi pêla avê çûye. Wan li pey hevdû xwe avêt çêm da ku wî rizgar bikin.
Lê belê pêla bihêz a Çemê Dîcleyê ew kesên din jî bi xwe re birin û hewldana wan veguherî karesateke mezin.
Di bûyerê de bi giştî 13 kes ketin avê û qeyraneke mezin a canî çêbû.
Kesek hîn winda ye
Berdevkê Polîsê Selahedînê Qasim Elî li ser bîlançoya giran a bûyerê daxuyanî da Rûdawê.
Qasim Elî got, "Di bûyerê de ji heman malbatê 7 kes xeniqîn. Bi xebatên tîmên me û hewldanên welatiyên derdorê 6 kes sax hatin rizgarkirin."
Elî di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên, "Me heta niha termên 6 kesan derxistine û xebatên me yên ji bo dîtina kesekî din ê winda jî didomin."
Rewşa birîndaran baş e
Hat ragihandin ku 6 kesên hatine rizgarkirin ew rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Her wiha termên wan kesên mirine jî ji bo kar û barên otopsiyê sewqî saziya bijîşkiya dadî hatin kirin.
