Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî got, "Rûdaw bûye çavkaniyeke girîng û pêbawer û ji bo rojnamegeriya nûjen mînakek e."
Serokê Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî ji bo salvegera 13emîn a damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê peyamek weşand.
Mîrî pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birêvebirê giştî û hemû karmendên vê tora nûçeyan a Kurdistanî kir.
Mîrî di peyama xwe de got, "Rûdaw di 13 salên karkirina xwe ya berdewam de, bi ser ket ku xwe wekî platformeke medyayî ya pîşeyî û cuda îspat bike."
Çavkaniyeke girîng û pêbawer
Mîqdad Mîrî bal kişand ser pêgeha Rûdawê û wiha anî zimên:
"Rûdaw di veguhastina bûyer û rastiyan de bi awayekî objektîv û hûr tevdigere, loma jî bûye çavkaniyeke girîng û pêbawer."
Serokê Daîreya Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê diyar kir:
"Pêbendbûna Rûdawê ya bi pîvanên pîşeyî û hestkirina bi berpirsyariya niştimanî bûye sedem ku ev dezgeh bibe mînak."
Wî her wiha got ku rûmala giştgîr û rasterast a ku Rûdawê kiriye ku di rojnamegeriya nûjen de wekî mînak çav lê bê kirin.
Mîqdad Mîrî di dawiya peyama xwe de di bicihanîna erkên medyayî de hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê xwest.
Dîroka 13 salan a Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî ya bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Beriya ku Rûdaw wekî toreke medyayî dest bi kar bike, ji du heftenameyên çapkirî pêk dihat.
Yek jê weşaneke siyasî û giştî bû ku hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an derket.
Ya din jî weşaneke werzîşî bû ku hejmara wê ya yekem 4ê Hezîrana heman salê hat weşandin.
Rûdawê bi armanca ku li gel pêşketinên dîjîtal ên cîhanê gavan biavêje û ji bo parastina jîngehê kaxezê bi kar neyne, weşana xwe ya çapkirî rawestand.
Weşana werzîşî 1ê Kanûna Paşîn a 2019an bi hejmara 530î û weşana giştî jî 24ê Sibata 2020î bi hejmara 593yan hatin sekinandin.
Toreke navneteweyî û piralî
Tora Medyayî ya Rûdawê hewl daye ku di warê ragihandinê de sûdê ji teknolojiya herî nûjen wergire da ku her tim nêzîkî şopînerên xwe bimîne.
Rûdaw di televîzyonê de bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî weşanê dike.
Her wiha bi rêya portal û torên civakî jî nûçe û berhemên xwe bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkî jî digihîne xwînerên xwe.
Vê tora Kurdistanî ya pirzimanî heta niha bi dehan xelatên navxweyî û cîhanî bi dest xistine.
Rûdaw bi saya karê xwe yê pîşeyî, jêhatîbûn û pêbaweriya xwe, ji bo kanal û ajansên navdar ên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke.
Ajansên cîhanî yên wekî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Associated Press (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) nûçe û pêşhatên Kurdistan û herêmê ji Rûdawê werdigirin.
