Agir bi hola dawetê ketibû: Hejmara miriyan bû 122

05-10-2023
Nîşan Hemdaniye Dawet Şewat Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kesên ku li hola dawetê canê xwe ji dest daye bû 122.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama wê şewata de bi dehan kes miribûn û bi sedan birîndar hebûn.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê, îro ragihand ku hejmara kesên li hola dawetê mirine bûye 122.

Rêveberiyê herwiha da zanîn ku dê 3 kesan ji bo dermankirinê bişînin derveyî Îraqê.

Niha li Mûsilê jî birîndarek, li Hemdaniyeyê 4, li Hewlêrê 4 û li Dihokê jî 3 birîndar tên dermankirin.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê destnîşan kir, “Hîn jî miriyên ku nasnameya wan nehatiye teşxîskirin hene.”

Termên van kesên ku nasnameya wan nehatiye teşxîskirin ji bo wergirtina nimûneyên DNAyê li Bexdayê ne.

Hefteya borî, Serokê Lijneya Lêkolînê Sed Falih Kesar Dilêmî diyar kiribû ku di encama teqînê de 107 kesan canê xwe ji dest daye û 82 birîndar hene.

Lijneyeke Îraqê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye.

Metranê Giştî yê Dêrên Katolîk ên Suryaniyan ên li Mûsilê Benedictus Younan Heno jî got ku ew encamên vê lêkolînê qebûl nakin û lêkolîna lijneyeke navdewletî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst