Zarokê 3 salî yê di şewata Hemdaniyeyê de winda bû hîn jî nehatiye dîtin

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê Alex Erkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bapîrê Alex Erkanê 3 salî ku hat ragihandin li Hemdaniyeyê bi malbata xwe re di şewatê de jiyana xwe ji dest daye, dixwaze cenazeyê neviyê wî bê dîtin.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 107 kesan canê xwe ji dest da û nêzikî 200 kesî jî birîndar bûn.

Emîr Eyûb di şewatê de du kurên xwe, bûka xwe û neviyê xwe Alexê 3 salî winda kirin.

Eyûb diyar kir ku cenazeyê neviyê wî winda ye û ji rayedaran xwest ku wî bibînin.

Emîr Eyûb ji Rûdawê re axivî û got, “Em li ser çarenivîsa wî tiştekî nizanin.

Dihok jî di nav de em li hemû nexweşxaneyan geriyan.

Me wêneyên wî nîşanî mirovan da lê li tu derê nehat dîtin. Me li Hewlêrê jî wî nedît.

Ji heman malbatê Silviya Salim jî di karesata şewatê de hevjînê xwe winda kir.

Silviya Salimê diyar kir ku 15 roj berê zarokên wan çêbûye û wiha got, “Ji malê derket. Min digot qey li derve ye. Bi rastî jî min nizanibû çûye ku derê, winda bû.

Beriya bûyerê ez 2-3 caran lê geriyam lê bersiv neda. Paşê min nûçeya şewata li salona dawetê bihîst.

Silviya Salimê diyar kir ku ew ji ber ku hevjînê wê bersiv nedaye telefonê ew tirsiyaye ku tiştek hatibe serî wî û wiha berdewam kir:

“Ez çend caran li hevjînê xwe geriyam lê bersiv neda. Her kesê ku çûbûn dawetê ji min re gotin ku ew di ewlehiyê de ye.

Lê min hîs kir ku ew ne di ewlehiyê de ye.”

Silviya Salim piştre pê hisiya ku hevjînê wê di hola dawetê dawetê şewitiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst