Îranê derbarê rojnamegera Îtalî yê desteserkirî daxuyanî da

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan Cecilia Sala Rojnameger Îran Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tehranê ragihand ku rojnamegera Îtalî Cecilia Sala 19ê Kanûna Pêşîn bi sedema "binpêkirina qanûnên Komara Îslamî ya Îranê" hatiye desteserkirin.

Wezareta Çandê ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku welatiya Îtalyayê Cecilia Sala bi vîzeya rojnamegeriyê 13ê Kanûna Pêşîn çûye Îranê lê 19ê Kanûna Pêşîn bi sedemên binpêkirina qanûnan hatiye desteserkirin.

Wezareta Çandê ya Îranê diyar kir ku lêpirsîna li ser Cecilia Salayê  berdewam dike û pêvajoya desteserkirinê li gorî qanûnan hatiye kirin.

Wezaretê her wiha da zanîn ku Balyozxaneya Îtalyayê ya li Tehranê ji bûyerê hatiye haydarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destûr hatiye dayîn ku Cecilia Sala bi rêya telefonê bi malbata xwe re têkilî deyne.

Rayedarên Îtalî ragihandibûn ku rojnamegereke Îtalî ji ber sedemên nediyar li Îranê hatiye desteserkirin.

 Rayedaran xwestibûn ku rojnameger bi parêzerê xwe re hevdîtin bike û daxwaza agahiyên zêdetir kiribûn.

Rojnamegera Îtalî ya 29 salî Cecilia Sala 19ê Kanûna Pêşîn li Tehranê hatibû desteserkirin.

Lê Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ev rewş 27ê Kanûna Pêşîn eşkere kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst