Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ragihand ku Amerîkayê du şevên dawî êrişên xwe rawestandine û wan jî li gorî vê yekê operasyonên xwe rawestandine.
Mihemed Ekremîniya ji televîzyona dewletê ya Îranê re li ser rûdanên dawî yên şerê Amerîka û Îranê axivî.
“Stratejiya me li ser bersivdayînê ye”
Ekremîniya diyar kir ku Amerîkayê du şevên dawî êriş nekiriye û got:
“Stratejiya me li ser bersivdayînê (misilleme) ye. Ji ber ku Amerîkayê êrişên xwe rawestandine, operasyonên Îranê yên li dijî wan jî hatine rawestandin.”
Ekremîniya li ser pirsa “Gelo ev agirbesteke yekalî ye?” got ku hîn ne diyar e Amerîka stratejiyeke çawa dişopîne û got:
“Lê tabloya heyî nîşan dide ku Washington di biryardana stratejîk de ketiye nav tengasiyê û westiyaye.”
“Mesrefên giran ên operasyona bejahî”
Ekremîniya angaşt kir ku Amerîka egera operasyoneke bejahî jî dinirxîne lê bal kişand ser tecrubeya Şerê Îraqê û şiyana parastinê ya Îranê û got:
“Ji ber mercên jeopolîtîk ên herêmê, Washington dizane ku gaveke wiha dê bibe sedema mesrefên gelekî giran.”
Berdevkê Îranî amaje bi wê yekê kir ku dibe ku Amerîka li rêyeke derketina ji şer bigere lê destnîşan kir ku çûna Serokwezîrê Îsraîlê ya Amerîkayê û helwesta Îsraîlê dikare bandorê li ser vê pêvajoyê bike.
Mihemed Ekremîniya di dawiyê de got ku êrişên asmanî yên berfireh an jî operasyona bejahî di nav îhtimalan de ne û “Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne.”



