Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Rêberê Dinî yê Îranê Mucteba Xamineyî "ji ber hinek sedeman bi ti cih û kesan re pêwendiyê danayne."
Xulamelî Hedad Adilê xezûrê Xamineyî derbarê mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ILNA) re axivî.
“Ji ber hinek sedeman pêwendiyê nake”
Xulamelî Hedad Adil diyar kir ku Mucteba Xamineyî "ji ber hinek sedeman bi ti cihan û ti kesî re pêwendiyê danayne" lê ew sedem eşkere nekirin.
Adil destnîşan kir ku Mucteba Xamineyî "di her warî de dişibe bavê xwe."
“Îşala tenduristiya wî baş e”
Xulamelî Hedad Adil li ser pirsên derbarê tenduristiya Xamineyî got, "Îşala tenduristiya wî baş e."
Mucteba Xamineyî herî dawî li ser medyaya civakî li ser Serokê Amerîkayê Donald Trump parvekirinek kiribû.
Xamineyî di peyama xwe de angaşt kiribû ku îmzeya Trump bê qîmet e û gotibû:
"Careke din binpêkirina peymanê ya ji aliyê Şeytanê Mezin ve nîşan da ku îmzeya Serokê Amerîkayê çi qasî bê qîmet û nederbasdar e. Zordarî û hovîtî beşeke ji hişmendiya Amerîkayê ye."
Êrişên Amerîka û Îsraîlê û mirina Elî Xamineyî
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişên asmanî kiribû.
Di roja yekem a êrişan de Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû.
Bavê wî Elî Xamineyî û endamên din ên malbatê di wan êrişan de miribûn.



