Îsraîl: Em dê li Çiyayê Şêx bimînin

29-01-2025
Nîşan Israel Katz Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku hêzên Îsraîlê dê heta “demeke nediyar” li Çiyayê Şêx bimînin.

Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, Katz doh çû cem hêzên Îsraîlê yên li serê Çiyayê Şêx ê raserî Şamê û got:

"Artêşa Îsraîlê dê li Çiyayê Şêx û herêma ewlehiyê demeke nediyar bimîne da ku ewlehiya civakên li Girên Colanê, bakur û hemû Îsraîliyan misoger bike."

Wî destnîşan kir, Îsraîl dê destûrê nede ku "dijmin" xwe li başûrê Sûriyeyê xwe bi cih bikin.

Îsraîl dibêje ku hêzên wê li Sûriyeyê li herêma bêçek a ku Neteweyên Yekbûyî çavdêriyê lê dike bi cih bûne.

Berpirsên Îsraîlê berê gotibû ku ev tevger sînordar û demkî ne û ji bo ewlehiya sînorên Îsraîlê ne.

Çiyayê Şêx rêzeçiyayek ji çiyayên bi berf e ku li ser sînorên Sûriye û Libnanê ye.

Herwiha raserî Şamê ye û li ser Girên Colanê ye ku Îsraîl wan giran ji sala 1967an ve kontrol dike.

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed nema, hêzên Îsraîlê çend kîlometreyan bi nav axa Sûriyeyê de çûn û di navbera Quneytre û Colanê de û li Çiyayê Şêx bi cih bûn.

Artêşa Îsraîlê li Quneytreyê ket hinek deveran û baregehên leşkerî û amûrên artêşa berê ya Sûriyeyê tar û mar kirin.

Hinek dewlet û rêxistin ji Îsraîlê dixwazin ku hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne lê Tel Evîvê got ku hêzên wan dê heta demeke nediyar li wan deveran bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst