Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew biryara Amerîkayê ya derxistina navê Sûriyeyê ji "lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin" erenî dibîne û got, “Derfeteke nû ye.”
Amerîkayê biryar da ku Sûriyeyê ji "lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin" derxe.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ev gav ji bo xurtkirina pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re derfeteke nû ye.
"Rê ji bo vegera Sûriyeyê xweş dike"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser mijarê peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
"Ev biryar ji bo piştgiriya vejîn, aramî û xweşguzeraniya Sûriyeyê gaveke girîng e.
Her wiha rêyê xweş dike da ku ew welat rola xwe ya xwezayî li herêmê û cîhanê bilîze."
Mafên hemû pêkhateyan
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama de bal kişandin ser mafên pêkhateyan û got:
"Em bi hêvî ne ku ev gava erênî bibe sedema avakirina paşerojeke aram.
Paşerojeke wisa ku tê de mafên hemû pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê werin parastin."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev biryara Amerîkayê asoyeke berfirehtir vedike.
Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, ev biryar dê bibe alîkar ku pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda de bi pêş bikevin.
Her wiha dê ev hevkariya hevbeş xizmeta berjewendiyên herêmê bike.
_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)