ÎHDyê ji bo şerê PKK û Tirkiyeyê bangî saziyên sivîl kir

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan ÎHD Tirkiye PKK Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de ragihand,“Serkeftiyê şer nîne, demildest aştî.”

Li Herêma Kurdistanê, şerê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de berdewam dike.

Di du rojên dawî de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Komeleya Mafên Mirovan derbarê şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê bi sernavê “Serkeftiyê şer nîne, demildest aştî” daxuyaniyek belav kir.

Komeleya Mafên Mirovan bangî aziyên sivîl kir ku ji bo rawestandina şer helwêstekê wergirin.

“Pirsa Kurd tenê bi polîtîkayên aştiyane dikare bê çareserkirin”

ÎHDyê di banga xwe de got:

“Di rojên dawî de gelek xeberên kuştinê tên. Em wek ÎHDyê bi salan e dibêjin pirsa Kurd tenê bi polîtîkayên aştiyane dikare bê çareserkirin.

Hem ji bo rawestandina mirinan û hem jî bo aştiya civakî divê partiyên siyasî, saziyên rêxistinên sivîl û sendîkayên karker û kedkaran demildest helwestê wergirin.

Polîtîkayên ewlehiyê û israra şer dibe sedema netewperestiya nijadperestî û her ku diçe ev jî dibe metirsî.

Ji bo çareseriyeke aştiyane divê hemû kes û her sazî demildest tiştê dikeve ser milê xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst