Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hudeydeyê yê Yemenê ku li ser Deryaya Sor e hinek xal bi dijwarî hatin bombebarankirin û li bajêr dengê teqînên li pey hev hat bihîstin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku li bajarê Hudeydeyê hinek xal rastî bombebarana dijwar hatine.
Hat ragihandin ku li bajêr dengê teqînên li pey hev tê bihîstin û dron bi awayekî zêde li asmanê bajêr difirin.
Çavkaniyan anî zimên ku bombebaranê di nav xelkê de tirs û xof çêkiriye û ji hinek xalan dûman bilind dibe.
Heta niha derbarê hedefên bombebaranê û mirî yan birîndaran daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.



.webp&w=3840&q=75)