Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşek û dronan êrişî hedefên Amerîkayê yên li Urdinê û bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê kiriye û "zerereke mezin" daye wan.
Yekîneya Pêwendiyên Giştî ya Artêşa Pasdaran di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku pêla 27an a operasyonên li dijî baregehên Amerîkayê yên li herêmê pêk hatiye.
Baregeha li Urdinê hat hedefgirtin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişa li ser baregeha Amerîkayê ya li herêma Ezraqê ya Urdinê de, “zerereke giran” gihîştiye gelek balafirên şer û her wiha li cihekî ku leşker lê dimînin hatiye xistin.
Aliyê Îranî ragihand ku di êrişan de gelek leşkerên Amerîkayê mirine û birîndar bûne.
Pasdaran destnîşan kir ku îdareya Washingtonê windahiyên xwe yên canî vedişêre.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Amerîka li ser hejmara miriyan li hemberî gelê xwe û welatên din ne rastgo ye.
Em bangî navendên lêkolînê û medyayê dikin ku li ser vê mijarê lêkolînên meydanî bikin."
“Li Hewlêrê êrişî hedefên Amerîkayê hat kirin”
Pasdaran di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Hewlêrê jî “xalên Amerîkayê” hatine hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniyê, pergaleke parastina asmanî ya Patriot û baloneke çavdêriyê ya Amerîkayê hatine tunekirin.
Her wiha hat gotin ku ew cihên ku hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê li wan dimînin hatine bombebarankirin.


.webp&w=3840&q=75)
