Amerîkayê li Behra Sor 5 dronên Hûsiyan xistin

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hûsî Dron Behra Sor Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand, wan li Behra Sor 5 dronên Hûsiyên li Yêmenê yên Îran li piştê ye, xistin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê bi dema herêmî di navbera saet 06:50 û 09.50î de li başûrê Behra Sor 6 dronên Hûsiyan tesbît kirin.

Li gorî daxuyaniyê piştre jî pevçûn derket.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encamê de 5 dron hatin xistin û yek jî vegeriya ser axa Yêmenê ya di kontrola Hûsiyan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst