Hakan Fîdan û Serokkomarê Îraqê civiyan

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Tirkiye Hakan Fîdan Ebdulletîf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd civiyan.

Hevdîtinên Hakan Fîdan ên bi rayedarên Îraqê re berdewam dikin.

Hakan Fîdan ku doh bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê civiya.

Fîdan îro jî ji aliyê Serokkomarê wî welatî Ebduletîf Reşîd ve hat qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di hevdîtina Hakan Fîdan û Ebduletîf Reşîd de "zêdekirina bazirganiya dualî, têkoşîna dijî terorê û ava ku di sînorê her du welatan re derbas dibe" hatin gotûbêjkirin.

Ebduletîf Reşîd got, “Em dê dosyaya bazirganî, jîngehparêzî, av û enerjiyê bi awayê ku di berjewendiyên hevpar ên gelên Îraq û Tirkiyeyê de be pêk bînin.”

"Tirkiye li pey peydakirina çareseriyekê ye"

Hakan Fîdan tekezî li ser wê yekê kir, ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka avê amade ye û got:

“Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber kêmbûna avê ya li Îraqê bi berdewamî li pey peydakirina çareseriyekê ye.”

Hakan Fîdan doh ji bo serdana fermî çûbû Bexdayê û bi hemtayê xwe yê Îraqê Fuad Husên re civiyabû.

Fîdan dê li Bexdayê hevdîtinên xwe bidomîne û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî re jî bicive.

Fîdan herwiha dê li Bexdayê bi nûnerên civaka Tirkmenan re jî hevdîtinê bike.

Biryar e Fîdan piştî hevdîtinên li Bexdayê were Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst