Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku keştiyeke petrolê ya ku hewl dida ji Tengava Hurmizê derkeve û ji rêya ku Îranê diyar kiribû derketibû, li mayînê ketiye û di keştiyê de teqîn çêbûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, li Tengava Hurmizê keştiyek li mayînê ketiye.
Di nûçeyê de hat gotin ku keştiya navborî hewl daye ne di rêya ku Îranê diyar kiriye re, di rêyeke alternatîv re di Tengava Hurmizê re derbas bibe û ji ber vê sedemê li mayînê ketiye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî li mayînê ketiye di keştiyê de teqîn çêbûye lê derbarê mirî yan birîndaran de ti agahî nehatine dayîn.
Peymana Îslamabadê û nûbûna êrişan
Ji bo bidawîkirina şerê ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû, Washington û Tehranê 14ê Hezîranê "Peymana Îslamabadê" îmze kiribû.
Di peymanê de ji bo dan û standinên peymana dawî 60 roj hatibûn diyarkirin.
Lê belê artêşa Amerîkayê 8ê Tîrmehê li hemberî Îranê dest bi êrişên nû kir.
Îranê jî wekî bersivdana van êrişan, baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kirin hedef.



