Ji ber şerê Îsraîl û grûpên çekdar ên Filistînî li başûrê Libnanê aramî nemaye

22-10-2023
RÛDAW
Ji ber bombebaranê avahiyek wêran bûye
Ji ber bombebaranê avahiyek wêran bûye
Nîşan Libnan Hizbulah Îsraîl Filistîn Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê Îsraîl û grûpên çekdar ên Filistînî li başûrê Libnanê aramî nemaye û her ku diçe rewş girantir dibe.

Li Gundê Reb Selasînê yê li başûrê Libnanê ji ber bombebaranê avahiyek wêran bûye.

Zêdetirî du hefte ne rewşa navçeyên başûrê Libnanê aloz e.

Hizbulaha Libnanî û artêşa Îsraîlê bi berdewamî hev mûşekbaran dikin.

“Dema wê yekê hatiye em tiştekî bikin”

Nişteciyekî ji başûrê Libnanê got "Dema wê yekê hatiye em tiştekî bikin, ev karê dawî ye ku bikin.

Spas ji Xwedê re me hemû ev tişt ji dest dan. Xanî û bîstanên me bê qîmet in li beramberî jidestdana mirov, spas ji Xwedê re ji bo her tiştekî."

Hemasê sibeha 7ê Çiriya Pêşînê li dijî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Îsraîlê jî bersiv da Hemasê û êrişî Xezeyê kir, ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin.

Piştî êrişê di navbera Îsraîl û çekdarên Hizbulahê de jî li navçeyên başûrê Libnanê şer dest pê kir.

Di encam de 12 çekdarên Hizbulahê, 3ê serbazên Îsraîlê û 3ê kesên sivîl hatine kuştin ku yek ji wan rojnameger bû.

“Em êdî fêr bûne ku rejîma siyonîst xelkê sivîl dike armanc”

Nişteciyêkî din ê ji başûrê Libnanê wiha axovî, "Ev tiştekî pêşbînîkirî ye ku rejîma siyonîst xelkê sivîl bike armanc.

Em êdî fêr bûne ku xelkê sivîl dike armanc. Bombebarankirina doh bo tirsandina xelkê navçeyê peyamek bû."

Hizbulah ku yek ji hevpeymanên nêzîkî grûpên çekdar ên Filistînê ye, rojane bi mûşekan navçeyên bakurê Îsraîlê dike armanc.

Li beramber jî Îsraîl navçeyên başûrê Libnanê bombebaran dike.

“Di her aloziyekê de belengaz û zarok rûbirûyî rewşeke xirab dibin”

Nûnerê UNECIFê yê Lubnanê Edouard Beigbeder got, "Di her aloziyekê de her dem xelkê belengaz û bi taybetî zarok rûbirûyî rewşeke xirab dibin.

Bi rastî divê em li wan bifikirin û niha jî Libnan rûbirûyî çend krîz û zehmetiyan bûne."

Ligel dijwarbûna şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û grûpên çekdar ên Filestînî de li Xezzeyê, alozî li navçeyên başûrê Libnanê çêbûye û di encam de 4 hezar û 200 kes derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst