Îlham Ehmedê bersiv da Şeybanî

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Eshed Hesen Şeybanî Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bersiva da Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî û got, “Kurd dê rengê xwe bidin civaka Sûriyeyê.”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê posteke bi Kurdî belav kir û got, "Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike."

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê li ser hesabê xwe yê Xê navê Şeybanî tag kir û bersiva wî da.

“Em dê rengê xwe bidin civaka Sûriyeyê”

Îlham Ehmedê di peyama xwe de wiha gotiye:

“Daxuyaniya birêz  Eshed Hesen Şeybanî ya derbarê Kurdan cihê rêzê ye.

Kurd dê rengê xwe bidin civaka Sûriyeyê, dema mafên wan di destûra bingehîn de misoger bibe.

Em dê bi hev re Sûriyeya nû ya pir reng û wekîhev û nenavendî ava bikin.”

“Kurd ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyeyê zêde dikin” 

Eshed Hesen Şeybanî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê posteke bi Kurdî belav kir û got:

“Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyeyê zêde dikin.

Civaka Kurd li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat.

Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst