Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê di pêwendiyên xwe yên herêmî de rûpeleke nû vedike.
Şam hewl dide pêgeha xwe ya li herêmê bihêztir bike û nîqaşê li ser tevlîbûna "Peymana Mekeyê" dike.
Ev pêngava Şamê wekî hewldanekê tê dîtin ji bo bihêzkirina şirîkatiyên ewlehiyê û veguherandina Sûriyeyê “ji welatekî tijî aloziyan ber bi welatekî ku beşdarî misogerkirina aramiya herêmê dibe.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî tekez kir ku Sûriye ji bo her hewleke hevpar vekirî ye ku alîkariya aramiyê bike û li dijî metirsiyên ewlehiyê bisekine.
Eshed Şeybanî di dema beşdariya di panêla bi navê "Prensîbên Ewlehiya Herêmî" de li Foruma Diyaloga Menamayê ya 2026an axivî.
Şeybanî diyar kir ku ji bo nirxandina îhtimala tevlîbûna "Peymana Mekeyê" gotûbêj hene lê wî da zanîn ku gotûbêj tenê ne li ser vê peymanê ne.
Wî eşkere kir ku sîstemên din ên ewlehiyê jî tên nirxandin da ku karibin di warê parastin û aramiyê de bigihêjin armancên hevpar.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê destnîşan kir ku êdî herêm nikare bi hewldanên yek bi yek ên welatan li hemberî metirsiyan bisekine lê pêdiviya wê bi sîstemeke hevpar a parastin û rêgirtinê heye.
Şeybanî her wiha got:
"Şam li gel hemû sîsteman e ku aramiya herêmê biparêze."
Şeybanî ewlehiya Kendavê wekî parçeyekî nayê veqetandin ji ewlehiya Sûriyeyê dît û ragihand ku aramiya Sûriyeyê jî bi ewlehiya welatên herêmê ve girêdayî ye.
Hevahengiya bi Îraq, Libnan û Urdinê re
Şeybanî li ser mijara sînoran behsa hevahengiyeke berfireh a ewlehî û leşkerî ya li gel Îraq, Libnan û Urdinê kir.
Wî da zanîn ku parastina sînoran berpirsyariyeke hevpar e û ti dewlet nikarin bi tenê vî erkî bigirin ser milê xwe.
Şeybanî red kir ku ti alozî û rageşiyên wan bi Urdinê re hebin û anî zimên ku pêwendiyên wan bi rêya "Encumena Bilind a Stratejîk" bi pêş ve diçin ku biryar e meha bê civîna xwe ya sêyem li dar bixe.
Wezîrê Sûriyeyî her wiha li ser metirsiya komên çekdar ên dersînor hişyarî da, bi taybetî yên ku li derveyî kontrola dewletê ne û got:
"Hebûna çekan li derveyî saziyên fermî dewletê lawaz dike û gefê li ewlehiya derdorê jî dike."
Şeybanî tekez kir ku Şam bi avakirina artêşeke niştimanî ve mijûl e da ku sînoran biparêze û dixwaze biryara leşkerî tenê di destê dewletê de be.
Wî di heman demê de ji bo hevkariya bi welatên Kendavê re amadehiya xwe ya temam nîşan da.
Biryara 497an û helwesta li hemberî Îsraîlê
Li ser rewşa eniya Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ducare kir ku Girên Golanê axa Sûriyeyê ne.
Şeybanî da zanîn ku Biryara Hejmar 497an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bingeha sereke ya helwesta Sûriyeyê ye.
Şeybanî her wiha ragihand ku di nava 2 salên borî de Sûriye rûbirûyî zêdetirî hezar êriş û binpêkirinên Îsraîlê bûye.
Wî anî zimên ku di demekê de ku serweriya axa Sûriyeyê bi berdewamî tê binpêkirin, cihê pirsê ye ku ji Şamê were xwestin sînoran û çekan kontrol bike.
Wezîrê Sûriyeyî xwest ku rewş vegere xetên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an û peymana veqetandina hêzan a sala 1974an ji nû ve bê çalakkirin.
Wî ev yek wekî bingeha sereke ya rêkxistina rewşa ewlehiyê ya li ser sînor bi nav kir.
Şeybanî tekez kir ku heta şerê li Xezeyê raneweste û rêyeke siyasî ji bo damezrandina dewleteke serbixwe ya Filistînê neyê vekirin, aramî li herêmê pêk nayê.



