Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona fermî ya Îsraîlê KANê ragihand ku Amerîkayê 10 balafirên leşkerî veguhastine baregehên asmanî yên li herêma Negevayê ya li başûrê Îsraîlê.
Tê gotin ku ev gav hevdem e li gel amadehiyên ji bo êrişeke muhtemel a li ser Îranê.
KANê da zanîn ku balafirên Amerîkayê li baregehên asmanî yên Ovda û Nevatîmê daketine.
Her wiha hejmareke din a balafirên leşkerî yên Amerîkayê jî ji bo baregehên li Urdin, Erebistana Siûdî û Qeterê hatine şandin.
Li gorî rapora KANê, balafir ji Baregeha Leşkerî ya Fort Blissê ya li eyaleta Texasê ya Amerîkayê rabûne ku yek ji navendên herî mezin ên parastina asmanî ya artêşa Amerîkayê dihewîne.
Heta niha ji aliyê Washingtonê ve li ser vê tevgerê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Hîn ne diyar e bê ma wan balafiran çi cure kel û pelên leşkerî bar kirine yan jî Washingtonê li ser lêdana Îranê biryara dawî daye yan na.
Rayedarekî Îsraîlî ji heman televîzyonê re diyar kir ku di navbera Îsraîl û Amerîkayê de hevahengiyeke leşkerî ya gelekî nêzîk heye û got:
"Îsraîl û Amerîka bi awayekî berfireh hevahengiyê dikin.
Her çend hîn li ser vê mijarê ti biryar nehatibin dayîn jî Amerîka û Îsraîl xwe ji bo biryareke ku Serok Donald Trump bide amade dikin."
Wî rayedarî behsa cure yan dema ti biryarên şerekî nû yê li dijî Îranê nekirin.
Destpêka vê hefteyê KANê eşkere kiribû ku Washingtonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyoneke leşkerî ya demkurt û sînordar a li dijî Îranê hişyarî daye welatên Kendavê.
Li gorî wê televîzyonê, artêşa Amerîkayê sîstema parastinê ya bi mûşekan a Patriotê ji eyaleta Texasê veguhastiye da ku parastina xwe ya asmanî ya li Kendavê bihêztir bike.
Di raporê de hat gotin, wekî tevdîreke xweparastinê li hemberî zêdebûna aloziyan, rênimayî dane wan leşkerên Amerîkî yên li baregehên li herêmê bi cih bûne ku wan baregehan biterikînin.
Her wiha hêzên Amerîkayê cebilxaneyên xwe tijî dikin û tê çaverêkirin ku meha Çiriya Paşîn keştiyeke din a balafirhilgir û yekîneyeke hêzên deryayî bigihêjin herêmê.
Vebijêrkên CENTCOMê û berteka senatorê Amerîkî
Li hêla din, rojnameya Wall Street Journalê roja pêncşemê belav kir ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper li ser lêdana Îranê çend vebijêrk pêşkêşî Trump kirine.
Senatorê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Chris Murphy da zanîn ku agahî li ser planên muhtemel ên êrişa li ser Îranê dane wî û gelek senatorên din û wan planan wekî "dînane" bi nav kir.
Murphy hişyarî da ku operasyoneke bi vî rengî dê bibe sedema aloziyeke wêranker û dibe ku pêbendbûna Amerîkayê ya bi serweriya qanûnê qels bike.



