Fîdan li ser Rojavayê got: Dê pêwîst neke ku em midaxele bikin

19-12-2024
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Tirkiye Operasyon Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hakan Fîdan ragihand ku li Sûriyeyê birêvebiriyeke nû heye û eger ew pirsgirêkan çareser bike dê pêwîst neke ku Tirkiye midaxele bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan mijarên li rojevê ji televîzyona Al Jazeerayê re nirxandin.

Hakan Fîdan li ser rûdanên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Sûriyeyê axivî.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump gotibû li pişt guherîna desthilata Sûriyeyê Tirkiye heye û mifteya wî welatî di destê Tirkiyeyê de ye.

Fîdan li ser van gotinên Trump got, “Ev yek wekî bidestxistina desthilatê nayê pênasekirin.

Eger rûdanên li Sûriyeyê bi vî rengî bên pênasekirin, xeletiyeke mezin e.

Ji bo xelkê Sûriyeyê ev ne bidestxistina desthilatê ye.

Tiştê ku li wir diqewime ew e ku îradeya xelkê Sûriyeyê birêvebirî û kontrola wê derê bi dest xistiye.”

"Dê midaxele pêwîst neke"

Fîdan li ser îhtimala Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke leşkerî pêk bîne jî wiha got:

“Li Şamê dema birêvebiriya nû dest pê kiriye. Ev mijar di serî de mijara birêvebiriya nû ye.

Wan dema ku wan ev mijar nirxand çi hewce bike dê bikin û eger ev çareser bibe dê pêwîst neke ku em midaxele bikin.”

"YPG di esasê xwe de parçeyekî PKKyê ye"

Fîdan îdia kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo Tirkiyeyê tehdîdeke mezin e û YPG hewl dide li herêmên ku kontrol kiriye hebûna xwe û serdestiya xwe bidomîne.

Fîdan, li ser pirsa “Li gorî perspektîva Tirkiyeyê, gelo dibe ku li Sûriyeyê herêmeke Kurdan a otonom yan jî statûyeke Kurdan pêk were? Yan  Tirkiye dê vê yekê wekî tehdîdekê bibîne?”got:

"Ne rast e ku ez li ser navê xelkê Sûriyeyê biaxivim. Ev mijara ku te pirsiye, xelkê Sûriyeyê bi xwe dê biryarê bide.

“Divê Kurd li cihên xwe yên resen bijîn”

Ev biryara wan e lê ez dikarim vê yekê hem wekî xwestek û hem jî wekî polîtîkaya Tirkiyeyê bibêjim, em dixwazin her kes, Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû sivîlên li Sûriyeyê li cihên xwe yên resen bijîn.

Divê ti kes neyê çewisandin û neyê neçarkirin ku ji bajar û gundên xwe derkeve.

Yên ku neçar mane koçî cihên din bikin divê ew karibin vegerin warên xwe.

Bi kurtî divê Kurd bi taybetî jî sivîl li cihên xwe yên resen bijîn.”

Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê

Fîdan amaje bi wê yekê kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê du armanc hene, yekem ew e ku rê li ber koçberbûna zêdetir bigire û ya duyem jî "şerê li dijî terorê" ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser wê yekê ku eger ev her du pirsgirêk bên çareserkirin ti sedema mayîna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê namîne û diyar kir ku di vî warî de ji niha ve gav tên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst