Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doktrîna xwe ya nû eşkere kir û got, “Plana me rûxandina rejîma Îranê ye.”
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê dîmenên brîfîngekê weşandin û di wan dîmenan de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rojnamegerên Îsraîlî re civiya û piştî 10 salan doktrîneke ewlehiyê eşkere kir.
Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israelê, Netanyahu hilbijartinên hefteya bê yên li welêt wekî "xwedî girîngiyeke hebûnî" pênase kir.
Her wiha wî di hevdîtinê de "soza temamkirina armancên şer" da.
Brîfînga Netanyahu nêzîkî 2 saetan ajot û wî tê de "doktrîneke ewlehiyê ya êrişkar" pêşkêş kir.
Ev brîfîng ji aliyê gelek dezgehên medyayê yên Îsraîlê ve hat boykotkirin.
"Plana me rûxandina rejîmê ye"
Netanyahu êrişên pêşîlêgir wekî "prensîba bingehîn a doktrîna ewlehiya neteweyî ya nû" bi nav kirin.
Wî destnîşan kir ku armancên Îranê yên nukleer ji bo Îsraîlê metirsiyeke mezin e.
Netanyahu diyar kir ku "rûxandina rejîma Îranê" wekî armanca stratejîk a sereke berdewam dike.
Serokwezîrê Îsraîlê amaje pê kir ku aboriya Îranê roj bi roj xirabtir dibe û vê yekê zexta xelkê zêde kiriye.
Wî da zanîn ku dibe ku xwenîşandanên nû dest pê bikin û got:
"Plana me planeke gelekî berfireh û bibiryar e da ku em rûxîna rejîmê pêk bînin. Fermana ku min daye hemû saziyên ewlehiyê ev e."
Netanyahu da zanîn ku ew dikarin bêyî piştgiriya Amerîkayê jî êrişî Îranê bikin û got:
"Bi qasî ku pêwîst be, em dê bi awayekî serbixwe jî tevbigerin. Me berê jî ev yek kir, eger hewce bike em dê dîsa bikin."
"Dibe ku li Washingtonê serokekî dijmin bibe desthilatdar"
Netanyahu got ku heta dema erkê Serokê Amerîkayê Donald Trump xilas bibe demeke wan a sînordar heye.
Wî li ser hilbijartinên paşerojê yên Amerîkayê ev hişyarî da:
"Dibe ku 2 salan şûn de, li Washingtonê serokekî ku nêzîkatiyeke gelekî dijminane li hemberî Îsraîlê nîşan dide bibe desthilatdar. Di van her du salan de divê em her tiştê ji destê me tê bikin.
Divê em bixebitin da ku li herêma xwe û derveyî wê gelek tifaqa ava bikin."
Netanyahu îdia kir ku Hindistan û welatên Amerîkaya Latînî hevparên potansiyel ên Îsraîlê ne.
Wî destnîşan kir ku hikûmetên welatên Ereb û Ewropayê hewldanên nêzîkbûnê dikin.
Li gorî gotina wî, ew welat ji bo dabînkirina çek û pîşesaziya parastinê bi Îsraîlê re hevdîtinan dikin.
Netanyahu anî zimên ku Îsraîlê nêzîkî 145 milyar dolar ji bo ewlehiyê veqetandiye.



