Îsraîl: Em dê destûrê bidin ku Misir alîkariyên mirovî bigihîne Xezeyê

19-10-2023
Nîşan Îsraîl Alîkariyên Mirovî Misir Xeze Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê ragihand, dê dêstûrê bidin ku bi rêya Misirê alîkarî ji Xezeyê re bên şandin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Kabîneya Ewlehiyê ya Berfirehkirî ya Hikûmeta Îsraîlê biryar daye ku rê li ber alîkariyan negire.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar, li ser daxwaza Joe Bidenê Serokê Amerîkayê hatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, “Heta dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê neyên berdan dê Îsraîl destûrê nede ku ji axa wan ti alîkariyên mirovî biçin Xezeyê.”

Li aliyê din, ji rêxistina Xaça Orê hat xwestin ku dîlên Îsraîlî ziyaret bike.

“Divê ew alîkarî bi ti awayî negihin Hemasê”

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê, di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di çarçoveya daxwaza Serok Biden de Îsraîl dê rê li ber negire ku bi rêya Misirê ji bo nifûsa sivîl a li başûrê Xezeyê alîkariya xurek, av û dermanan here.

Divê ew alîkarî bi ti awayî negihin Hemasê. Her tiştê ku here ji Hemasê re dê were astengkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst