Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan berê sibehê bi dronan sîstemeke radarê ya artêşa Amerîkayê ya li Baregeha Şêx Îsayê ya li Behreynê kiriye armanc.
Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê îro daxuyaniyek belav kir.
Artêşa Pasdaran diyar kir ku ev êriş wekî bersivek bûye ji bo "berdewamiya binpêkirina qada esmanî ya Komara Îslamî ya Îranê ya ji aliyê dronên artêşa Amerîkayê ve."
"Me bi dronan li sîstema radarê xist"
Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran a Îranê de li ser operasyonê wiha hat gotin:
"Di çarçoveya berdewamiya operasyonên serkeftî yên parastina asmanî û şerê elektronîk ê artêşê de yên ji bo rêlêgirtin, têkbirin û desteserkirina dronên cureyên MQ û MQM-170yê, berê sibeha îro dronên şer ên Artêşa Pasdaran di operasyoneke hûr de li sîstemeke radarê ya hêzên Amerîkayê ya li Baregeha Şêx Îsayê ya li Behreynê xist."
Artêşa Pasdaran da zanîn ku ev gav di çarçoveya bersivdayîna liv û tevgerên hêzên Amerîkayê yên li herêmê de ye û hişyarî da:
"Berdewamiya binpêkirina qada esmanî ya welêt û bikaranîna baregeh û saziyên leşkerî yên herêmê ji bo pêngavên dijminkarane yên li dijî Îranê, bê bersiv namîne.
Berpirsiya encamên vê yekê dikeve ser milê fermandarên artêşa Amerîkayê."
Xistina droneke din a Amerîkayê
Her wiha berê sibeha îro Artêşa Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de ragihand ku wan li hemberî alav û kel û pelên artêşa Amerîkayê operasyoneke din pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku droneke din a artêşa Amerîkayê ya ji cureyê MQM-170ê, bi rêya operasyoneke hûr û serkeftî ya şerê elektronîk ji aliyê pisporên Hêza Esmanî ya Artêşa Pasdaran ve li başûrê Girava Qeşmê hatiye kontrolkirin û bi silametî hatiye xistin.
Artêşa Pasdaran da zanîn ku ev drona 9emîn a Amerîkayê ya ji vî cureyî ye ku hêzên wan karîne dest deynin ser.
.webp&w=3840&q=75)


