Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Mihemed Xudeyr ragihand ku piştî navbereke 12 salan hinardekirina petrola xav a ji bo Tirkiyeyê di ser xeta boriya bakur a nûjenkirî re dest pê kiriye.
Tê plankirin ku şandina petrolê ya ku di qonaxa yekem de rojane 120 hezar bermîl e, gav bi gav bigihîje rojane 500 hezar bermîlan.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Xudeyr îro di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îraqê (INA) de got:
"Di encama hewldanên dilsoz û şopandina Wezareta Petrolê û tîmên teknîkî û endezyariyê de, piştî ku karên çêkirin, nûjenkirin û testên teknîkî û operasyonel bi awayekî serkeftî temam bûn, şandina petrola xav a ji bo hinardekirinê ya di ser xeta boriya kevn a Îraq-Tirkiyeyê re di qonaxa yekem de bi kapasîteya rojane ya 120 hezar bermîlan ji nû ve dest pê kir."
Xudeyr diyar kir ku wezaret plan dike "kapasîteya hinardekirinê gav bi gav heta rojane 500 hezar bermîlan zêde bike."
Destpêkirina ji nû ve ya şandina petrolê piştî wê yekê hat ku rayedarên petrolê yên Îraqê beriya bi çend mehan ragihandibûn ku xeta boriya Beycî-Pêşxabûrê ya 48 înçî li ber qedandinê ye û heta testên hîdrostatîk ên avê jî lê hatine kirin.
Xudeyr her wiha got:
"Ev serkeftin di rêya zêdekirina kapasîteya hinardekirinê ya Îraqê, cihêrengkirina xalên hinardekirina petrola xav û dabînkirina dahateke darayî ya zêde ji bo aboriya niştimanî de gaveke stratejîk a girîng e, nemaze ji ber ku hinardekirina ji deriyê bakur derfetê dide ku petrola xav bêyî dakêşana bihayî bê firotin."
Boriya navxweyî ya ku kapasîteya wê ya herî zêde rojane yek milyon bermîl e, ji sala 2014an ve dema ku DAIŞê li Îraqê gelek parêzgeh kontrol kirin û zerereke giran gihand binesaziyê, ji xizmetê derketibû.
Rêya boriyê ji parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê dest pê dike û heta Pêşxabûra girêdayî parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ya li ser sînorê Tirkiyeyê dirêj dibe û li wir bi beşa Tirkiyeyê ya Xeta Boriya Îraq-Tirkiyeyê (ITP) ve tê girêdan.
Petrola Kerkûkê digihîne Ceyhanê
Tora ITPyê ya ku nêzîkî hezar kîlometreyan dirêj e, petrola xav ji Kerkûkê vediguhêze Bendera Ceyhanê ya li ser peravên Deryaya Spî ya li parêzgeha Edeneyê ya li başûrê Tirkiyeyê.
Zêdetirî 300 kîlometreyên xeta boriyê di axa Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibin.
Xeta ku ji Kerkûkê heta Selahedînê bi boriyeke bi firehiya 40 înçî diçe, di ser parêzgeha Nînowayê re ber bi sînorê Tirkiyeyê ve firehiya wê dibe 46 înç.
Li gorî Wezareta Petrolê, hinardekirin ji wê demê ve baş bûye û meha Çiriya Pêşîn gihîştiye ser rojane 3,4 milyon bermîlan û nêzîkî asta beriya şer bûye ku rojane nêzîkî 3,7 milyon bermîl bû.
Rojane 120 heta 150 hezar bermîl petrol ji bo Bendera Banyasê tê hinardekirin
Ji bo ku girêdayîbûna bi Tengava Hurmizê re hîn zêdetir bê kêmkirin, Îraq niha bi rêya fîloyeke ji nêzîkî 6 hezar tankeran li ser bejahiyê rojane 120 hezar heta 150 hezar bermîl petrola xav hinardeyî Bendera Banyasê ya Sûriyeyê ya li ser peravên Deryaya Spî dike.
Bexda li gel rêya veguhastina bi tankeran, ji bo bipêşxistina projeya xeta boriya Besra-Hadîseyê ya 685 kîlometreyî ya li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Îraqê jî dixebite.
Ev proje hatiye sêwirandin ku rojane xwedî kapasîteya veguhastina 2,25 milyon bermîlan be û qadên petrolê yên li başûr bi Hadîseyê ve girê bide.
Bi vî awayî dikare derfetê bide ku hinardekirin di ser xeta boriya Kerkûk-Banyasê ya ber bi Sûriyeyê ve û xeta boriya Hadîse-Akabeyê ya bi kapasîteya rojane ya 1 milyon bermîlî re bê kirin ku tê pêşniyarkirin bigihîje bendera Urdinê ya li Deryaya Sor.

.webp&w=3840&q=75)

