Di rojekê de 163 Filistînî hatin kuştin

18-01-2024
Nîşan Xeze Îsraîl Filistîn Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê ji ber êrişên Îsraîlê di 24 saetên dawiyê de 163 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî didin, hejmara Filistiniyên ku ji 7ê Çiriya Paşînê 2023yan ve hatine kuştin derket 24 hezar û 448an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê hat destnîşan kir, ji ber êrişên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 163 Filistînî hatine kuştin û 305 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ji ber êrişan hejmara kuştiyan derket 24 hezar û 448an û ya birîndaran jî bû 61 hezar û 504.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir û bi sedan Îsraîlî hatin kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, piraniya wan sivîl bûn û heman rojê nêzîkî 250 Îsraîlî jî dîl hatin girtin.

Îsraîlê piştî vê êrişî Hemasê kir û niha êrişên xwe li navenda Xezeyê didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst