Pakistanê êrişî Îranê kir

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Pakistan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pakistanê ragihand ku wan li Sîstan û Belûçistanê êrişî “xalên terorê” kiriye.

Rêverberiya Pakistanê ragihand ku ew rêzê li serweriya Îranê digirin û ew dê ji bo ewlehiya gelê xwe tedbîrên pêwîst wergirin.

Çend roj berê Îranê jî bi dronan êrişî xaka Pakistanê kiribû.

Artêşa Pakistanê ragihand ku Îranê bi vê êrişê serweriya wan binpê kiriye û wan jî îro êrişî grûpên terorîst ên li Îranê kiriye.

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Pakistanê jî piştrast kir wan êrişî "cihên terorîst xwe lê vedişêrin" yên li herêma Sîstan û Belûçistanê ya Îranê kir.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê da zanîn ku li herêma Sîstan-Belûcistanê “gelek terorîst” hatin kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê herwiha diyar kir ku Îslamabad ev çend sal in di pêwendiyên li gel Îranê de, timî wan fikarên xwe tîne ziman ku “terorîstên Pakistanî” li qadên nekontrolkirî yên Îranê xwedan stargehên ewle ne.

Şeva borî jî dîsa li Sîstan û Belûçistanê fermandarekî Supaya Pasdarên ê bi navê Husên Elî Cawidanfer bi guleyan hatibû kuştin.

Îran: Di êrişa Pakistanê de sivîl hatin kuştin

Alîkarê Parêzgarê Sîstan û Belûcistanê Elî Riza Merhemetî ji televîzyona fermî ya Îranê ra axivî û diyar kir ku danê sibehê Pakistanê êrişî gundekî Sîstan û Belûcistanê kiriye.

Merhemetî got, "Di vê êrişê de 3 jin û 4 zarok hatin kuştin" û diyar kir ku ew kes ne Îranî ne lê li ser nasnameya wan ti agahî nedan.

Merhemetî diyar kir ku li bajarê Serawanê ya eyaletê jî teqînek çêbû lê tu kes nemir.

Pakistan: Ji bo ku bersivê hemû vebijêrk li rojevê ne

Li aliyê din çavkaniyên payebilind ên îstixbarata Pakistanê diyar kiribû ku li hemberî êrişa Îranê ya li eyaleta Sîstan û Belûçistanê hemû vebijêrk li rojevê ne.

Çavkaniyên îstixbarata Pakistanê ji AAyê re axivî.

Bi gotina Çavkaniyên îstixbarata Pakistanê, Îran îdia dike ku wan li sînorê bajarê Panjgurê êriş bir ser "koma çekdar a bi navê Ceyşul Edl" lê ne wisa ye û Tehranê êrişî zarokên bêguneh kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku li hemberî wê êrîşa Îranê hemû vebijêrk di rojevê wan de ne.

Duh di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Pakistanê da hatibû gotin ku Îranê qada esmanî ya Pakistanê bê sedem îxlal kiriye, di êrişê de 2 zarok hatine kuştin û 3 zarokên keç jî birîndar bûne.

Wezaretê tevgera Îranê bi tundî şermezar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst