Îsraîlê bangî welatiyên xwe kir: Tirkiyeyê demildest terk bikin!

17-10-2023
Nîşan Îsraîl Tirkiye Bang Xeze Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bangî welatiyên xwe kir ku neçin Tirkiyeyê.

Piştî êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê hişyariyên ji bo welatiyên Îsraîlê zêde bûn.

Li gorî rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê, bang li Îsraîliyên li Tirkiyeyê hat kirin ku “Tirkiyeyê demildest terk bikin.”

Artêşa Îsraîlê, îşev êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezeyê kir.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê li seranserê Filistînê “3 roj şîn” hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst