Xeze zêdetirî hefteyekê ye bê av û elektrîk e

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Hemasê li dijî Îsraîlê dest bi êrişeke berfireh kir û gelek kes kuştin, Îsraîlê jî dest bi bombebarana Xezeyê kir.

Piştî bombebarana balafirên Îsraîlê li Xezeyê pirsgirêka av û karebayê derket holê.

Xizmên qurbaniyên êrişên ser Xezeyê li ber deriyê nexweşxaneyekê ketine dorê û telefonên xwe şarj dikin.

Welatiyê Filistînî yê bi navê Ramî Ebû Husnî li ser rewşa dawî got:

“Rewş gelekî xirab e, bawer nakî çawa ye. Cihê dawî yê ji bo xelkê nexweşxane ne.

Niha elektrîka wan heye daku em telefonên xwe şarj bikin, çirayên wan bi kar bînin û malên xwe pê ronak bikin.”

Xezeyî ji ber nebûna avê jî dinalin. Ulfet Mensiyê diyar kir ku wê ji ber bombebaranê beşa herî zêde ya endamên malbatê û kesên nêzîkî xwe ji dest daye.

Ew niha li cihekî dûredest dijî û bi keran ava pak vediguhêze.

“Tiştekî me nema”

Welatiya Filistînî Ulfet Mensiyê anî ziman:

“Me xwe li mala apê min veşartibû lê xanî bi ser me de herifî û 37 ji me hatin kuştin.

Tiştekî me nema. Ji ber ku dibistan gelekî qerebalix û ne paqij bûn em neçûn dibistanan.”

Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve bombebarana Îsraîlê ya li Xezeyê berdewam e.

Heta niha zêdetirî hezar û 300 avahiyên navçeyê wêran bûne yan jî zerer gihîştiye wan.

11ê Çiriya Pêşînê, artêşa Îsraîlê ji şêniyên bakurê Xezeyê xwest ku malên xwe bicih bihêlin û ber bi başûr ve biçin.

Îsraîlê amadekariyên xwe yên ji bo êrişa bejahî ya li Xezeyê temam kirine û heta niha zêdetirî 423 hezar kes koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst