Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li Xezeyê bi şev jî domandin

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrişên xwe li Xezeyê bi şev jî berdewam kir û li gorî agahiyan gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên berdest, artêşa Îsraîlê bi keştiyên şer, tank û topan êrişî herêmên li rojhilat û rojavayê Xezeyê kir.

Hat diyarkirin balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrişên xwe bi şev jî berdewam kirin.

Li gorî agahiyan li bakurê Xezeyê, Kampa Penaberan a Cibaliyeyê û Beyt Lahye û li herêma navîn jî Kampa Penabaran a Nusayratê hatin bombekirin.

Di encama êrişan de kuştî û birîndar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst