Mesrûr Barzanî dê bi Erdogan re hevdîtinekê bike

13-02-2024
Nîşan Mesrûr Barzanî Recep Tayyîp Erdogan Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li Dubaiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” de li Dubaiyê ye.

Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî da zanîn ku dê Serokwezîr Barzanî îro saet 10:00an bi Erdogan re hevdîtinekê bike.

Serokwezîr Barzanî doh li lûtkeyê axivîbû û bal kişandibû ser mafê rewa yê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst