Mustafa Pekoz: Amerîka dê zêdetir zextê li Tirkiyeyê bike

12-11-2024
Omer Sonmez
Dr. Mustafa Pekoz / Wêne: Rûdaw
Dr. Mustafa Pekoz / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mustafa Pekoz Amerîka Trump Tirkiye Kurdistan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Zanayê Siyasetê û Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Mustafa Pekoz ragihand ku Amerîka dê di heyama pêş de zêdetir zextê li Tirkiyeyê bike.

Karvedanên encamên hilbijartinên Amerîkayê û hilbijartina Trump li tevahiya cîhanê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de li Kurdistan û Tirkiyeyê herî zêde stratejiya Amerîkayê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê meraqkirin.

Zanayê Siyasetê û Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Dr. Mustafa Pekoz, ji Rûdawê re heyama nû ya Trump û bandora wî ya li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxandin.

Dr. Mustafa Pekoz diyar kir bi hilbijartina Trump re dê stratejiya Amerîkayê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn neguhere.

Pekoz her wiha da zanîn ku Amerîka dê bi serokatiya Trump, di heyama nû de zêdetir zextê li Tirkiyeyê bike û dê wê neçar bike ku bi stratejiya Îsraîl û siyaseta Kurdan re hevaheng tevbigere.

“Bi hilbijartina Trump re guherîneke mezin çênabe”

Mustafa Pekoz ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re wiha got:

“Bi hilbijartina Trump re, di stratejiyên Amerîkayê yên ji bo Rojava û Rojhilata Navîn de guherîneke mezin çênabe.

Di siyaseta Amerîka ya Rojava de, guherîneke bingehîn nayê çaverêkirin, ji ber ku stratejiya Rojhilata Navîn a Amerîkayê bi giştî di çarçoveya planên demdirêj û berjewendiyên sazûmanî de tê diyarkirin.

Dibe ku Tirkiye ji nû ve hilbijartina Trump di hinek mijaran de ji bo xwe sûdmend bibîne lê tê zanîn ku guherînên serokatiyê her tim bandorên radîkal li ser siyaseta Amerîkayê çênakin.

“Trump dê ne Trumpê berê be”

Li gorî min Trump dê Trumpê berê nebe. Siyaseta Trump a ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rasterast dê bi Îsraîlê re hevaheng be.

Amerîka dê di heyama pêş de zêdetir zextê li Tirkiyeyê bike. An jî eger Tirkiye hem ji Hemasê hem jî ji Îranê bi tevahî xwe dûr bixe û bîatê Îsraîlê bike, dibe ku guherîn çêbibe.

“Amerîka dê Tirkiyeyê neçar bike ku xwe biguherîne”

Ji xwe ev ji bo hikûmeta Tirkiyeyê rewşeke gelekî dijwar e. Ji ber vê yekê Amerîka dê Tirkiyeyê neçar bike ku xwe li Rojhilata Navîn biguherîne.

An jî divê stratejiyekê diyar bike ku bi stratejiya Rojhilata Navîn a Îsraîl û siyaseta Kurdan re li hev bike.

Amerîka dê zexta xwe li ser Tirkiyeyê zêde bike

Di encamê de, xuya ye ku Amerîka dê zexta xwe ya stratejîk li Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser Tirkiyeyê zêde bike û dê Tirkiyeyê teşwîq bike ku li gorî hewcedariyên stratejîk ên Îsraîlê tevbigere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst