Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Kurd miletekî mezin in

Duh li 09:50
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar Kurd Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, “Kurd miletekî mezin in û yek ji wan neteweyan in ku serbixwebûna wan a siyasî nîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Qudisê li merasîmekê axivî.

Gideon Saar diyar kir ku Îsraîl li herêmê kêmîne ye û anî zimên:

“Îsraîl li herêmê kêmîne ye, ji ber vê jî bi awayekî xwezayî dibe hevpaymana kêmîneyên din ên li herêmê.”

“Hevpeymanên me yên xwezayî ne”

Gideon Saar amaje bi bindestiya Kurdan jî kir û got:

“Kurd miletekî mezin in û yek ji wan neteweyan in ku serbixwebûna wan a siyasî nîne.

Ew (Kurd) hevpeymanên me yên xwezayî ne.”

“Kurd qurbaniyên zilma Tirkiye û Îranê ne”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê zilma ku Tirkiye û Îran li Kurdan dikin jî bi bîr anî û got:

“Divê kêmîneyên li herêmê hev bigirin.

Kurd qurbaniyên zilma Tirkiye û Îranê ne. Divê Îsraîl destê xwe bigihîne wan û pêwendiyên xwe yên bi wan re (Kurdan) xurt bike.”

Gideon Saar 5ê vê mehê bi biryara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bûbû wezîrê karên derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst