Kamyona ku hecî bar kiribûn qulibî: Bi dehan mirî û birîndar hene

11-04-2024
Nîşan Pakistan Hecî Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başurrujavayê Pakistanê kamyoneke ku hecî siwar kiribûn qulibî.

Di vê qezayê de herî kêm 17 hecî mirin û 41 hecî jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên Pakistanî, wan heciyan dixwest ji bo cejna Remezanê herin cihên pîroz.

Qezayê şeva borî li parêzgeha Hebê ya Belûçistanê derdora saet 22:00yan rû daye.

Li gorî agahiyên ku AFPyê dane, komyon li cihekî çiyayî ji kontrola ajokar derketiye û ketiye newalekê.

Herwiha hat zanîn ku berê heciyan li qebra Şah Nûranî bûye.

Li hêla din, ajokarê kamyonê xwe jê avêtiye û ji mirinê xelas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst