Artêşa Îsraîlê: 3 leşkerên me hatin kuştin

10-10-2024
RÛDAW
Nîşan Şerê Xezeyê Hemas Şerê Hemas û Îsraîlê Artêşa Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku 3 leşkerên wan li Xezeyê hatine kuştin.

Li gorî agahdariyên artêşa Îsraîlê yek ji wan kesên hatiye kuştin fermandar e.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de diyar kir ku fermandarekî wan ê 37 salî û 2 leşkerên wan ên 32 salî di Şerê Xezeyê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku dê li çend herêman dest bi operasyon û êrişên nû bikin û dê herêma Cebaliyayanê dorpêç bikin.

Artêşa Îsraîlê roja sêşemê ferman dabû ku çend herêmên Xezeyê werin valakirin.

Şerê Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan bi êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kir.

Çekdarên Hemasê beriya bi salekê ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kiribû.

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyê kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejahiyê kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûne.

Her wiha herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Heta niha li nava Xezeyê 27 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst