Erdogan bi Serokê Filistînê û Serokkomarê Îsraîlê re geşedanên dawî gotûbêj kirin

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Isaac Herzog Mehmûd Ebbas Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip bi yekê re cuda bi rêya telefonê bi Serokê Filistînê û Serokkomarê Îsraîlê re geşedanên dawî gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re bi têlefonê axivî.

Di axaftinê de bûyerên li Îsraîl û Filistînê diqewimin û geşedanên dawî yên derbarê rageşiya li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Erdogan destnîşan divê eqlêselim tevbigerin, demildest avakirina aramiyêji bo selameta hemû herêmê gelekî girîng e.

Erdogan di axaftina xwe ya bi Herzog re da zanîn ji bo aştiya mayînde pêk wre Tirkiye dê hewldanên xwe bidomîne.

Erdogan û Serokê Filistînê bi telofonê axivîn

Herwiha Erdogan bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas jî axivî û her du aliyan rewşa dawî ya şerê Îsraîl û Filistînê gotûbêj kir.

Ev peywendiya telefonî di demekê de hat ku Erdogan bi kabîneya hikumeta xwe di civînê de bû lê li gorî zanyariyan navber daye wê civînê û bi Ebbas re axiviye.

Li gorî Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya, Erdogan û Ebbas rewşa dawî ya li Îsraîl û Sûriyê gotûbêj kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst